• Saturday, 18 May 2024
logo

Amerîka dorpêça firotina telefon û kompûterê li ser Îranê radike

Amerîka dorpêça firotina telefon û kompûterê li ser Îranê radike
Wezareta derve ya Amerîka ragihand, Amerîka dê dorpêça firotina telefonên mobile û kampûterê li ser Îranê betal bike û her wiha mijûlî rakirina astengên li pêşiya firotina xorak û derman e ji bo wî welatî.

Cîgira wezîrê derve yê Amerîka Wendy Sherman, di hevpeyvînekê taybet digel BBC Farsî de ragihand, dê sibê (30.05.2013) dorpêça firotina telefonên mobile û kompûterê li ser Îranê bi awayekî fermî bê betalkirin.

Sherman diyar kir ku bi vî awayî rêka qanûnî ya firotina amûrên pêwendiyê ji bo Îranê tê vekirin û wiha axivî: “Me ev biryar ji ber wê girt ku dorpêçên aborî nebin asteng li hember pêwendiya xelkê digel cîhanê.”

Cîgira wezîrê derve yê Amerîka her wiha da zanîn, Amerîka beriya 3 salan jî hinek amûrên pêwendiyê ji lîsteya dorpêçên li ser Îranê derxistibûn.

Wendy Sherman destnîşan kir ku serokê Amerîka Barack Obama gotiye ew dixwazin bi vê yekê pêşiya çêkirina “perdeyek hesinî” li dora Îranê bigirin.

Sherman behsa rakirina dorpêçê li ser firotina xorak û derman ji bo Îranê jî kir û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî me tîmek taybet şandiye hinek welatên cîhanê da ku astengên li hember firotina xorak û derman bo Îranê bên rakirin.”

Cîgira wezîrê derve yê Amerîka qeyrana aborî ya Îranê bi “şêwaza rêberiya rayedarên Tehranê” ve girêda.

Amerîka û Ewrûpa di wê baweriyê de ne ku Îranê dixwaze çekên etomî çêbike lewma Îran xistine nav dorpêça aborî.

Îran jî hertim vê yekê red dike û dibêje, mebesta wan ji çêkirina navendên etomî bikaranîna aştiyane ya enerjiya etomî ye.

Rudaw
Top