• Saturday, 18 May 2024
logo

Jina herî pîr a kurd li Şingalê dijî: Temenê wê 126 sal e

Jina herî pîr a kurd li Şingalê dijî: Temenê wê 126 sal e
Hat zanîn jina herî pîr a kurd li devera Dûgorê ya bajarokê Şingalê li Herêma Kurdistanê dijî û navê wê jî Rewşê Qasim Husên û temenê wê 126 sal e.

Rewşê Qasim Husên sala 1887ê li devera Şingalê ya başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û heta niha jî li ser xwe ye û tenê carekî çûye dixtor ew jî ji bo pişkinîna çavên xwe çûye.

Rewşê ku li devera Dûgorê ya navçeya Sinûnê ya bajarokê Şingalê dijî û ji Rûdawê re axivî û got:“Ez gelekî diçim serdana xizm û mirovên xwe. Eger çavên min lawaz nebûna ezê bi piya biçûma Sinûnê.”

Rewşê ji tenduristiya xwe razî ye û wiha dibêje: “Ez 37 sal e cixarê dikêşim. Ez di jiyana xwe de carekî çûme dixtor ew jî ji bo pişkinîna çavên xwe çûm. Em her tiştî dixom tenê goştê sor naxom.”

Lê Rewşê diyar kir ku eger pere hebe ew dixwaze here dixtor.

Rewşê li mala kurê xwe yê biçûk Qasim dimîne. Kurê wê gazinde dike û dibêje: “Ez karkiriyê dikim û tiştekî me tune. Tenê 150 hezar dînarî wek mûçeyê çavdêriya malbatê didin wê.”

Rewşê Qasim Husên 2 caran mêr kiriye û 15 kur û keçên wê hene ku 9 jê mirine û tenê 6 ji wan sax in lê 90 nevî û netîceyên wê hene.

Rudaw
Top