• Saturday, 18 May 2024
logo

Tutumlu ala Kurdistanê li ser podyûma navnetewî hilda

Tutumlu ala Kurdistanê li ser podyûma navnetewî hilda
Pîlotê Kurd-Katalan Issac Tutumlu di rojên 11 û 12ê gulanê de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan li bajarê Algarve bû û bo yekemîn car hilkişî ser podyûmê ji ber wegirtina pileya sêyemîn di pêşbaziya Spanya Iber GT de.

Di roja 11ê Gulanê de Isaac Tutumlu bi erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport tevlî pêşbaziya Spanya Iber GT bû û pileya sêyemîn stand û di 12ê Gulanê di pêşbaziya International GT Open de jî pileya sêyemîn qezenc kir. Ajansa Ragihandinê ya Sporê Ctrpress diyar kir ku Isaac yekemîn pîlot e ku di dîrokê de ji Kurdistanê hildikşe ser podyûma pêşbaziyeke navnetewî: “Isaac Tutumlu û tîma Barzanî Racing ketin dîrokê ji ber hildana rengên Kurdistanê bo cara yekemîn li ser podyûma pêşbaziyeke navnetewî. Pîlotê spanî yê esil Kurd li Autodroma Algarve cihê lidarketina pêşbaziyên Spanya Iber GT û ya International GT Open encameke dîrokî bidest xist”.

Isaac ji ber nûnertiya Kurdan li qada navnetewî serbilind e

Isaac Tutumlu ji Rûdawê re derbarê vê serkeftinê axivî û wiha hestên xwe anî ziman: “Piştî bidesxistina vê encamê ez bi hêzekî mezin hest dikim ji bo ku têkoşîna xwe ya bidestanîna serkeftinê bidomînim. Bi rastî ez bi bûyera hilkişîna ser podyûmê li ser navê gelê kurd di vê pêşbaziya navnetewî de serbilind im, ez ji vê yekê tekez im ku gellek buyerên wisa çêbibin”.

Issac bal kişand ser xebata mezin ya sponor û hevkarên xwe ji bo ku bikaribin nûnertiya Kurdistanê di cîhana sporê de bikin û wiha pêde çû: “Armanca me ew bû ku em rojekê bikaribin hilkişin ser podyûmê û me ev yek bi cih anî, niha divê em gavekî din bavêjin ew jî qezenckirina pêşbaziyekê ye; em hêvîdar in ku em zû bigîhin vê armanca xwe”.


Issac ji Rûdawê re daxuyand ku ew û tîma Barzanî Racing di meha Mijdarê de diçin Hewlêrê û bi erebeya ku pêşbaziyê pê dike show li kolanên Hewlêrê çêbikin: “Wiha ez dikarim ji nêz ve erebeya ku ez pê pêşbaziyê dikim nîşanî Kurdistaniyan bidim”.

Isaac li derdorê bajarê Nûrburgring a Almanyayê di 1 û 2 Hezîranê de beşdarî pêşbaziyeke din dibe.

Rudaw
Top