• Saturday, 18 May 2024
logo

Li cîhanê mala herî biha: 242 mîlyon $

Li cîhanê mala herî biha: 242 mîlyon $
Li ser rûyê erdê mala herî biha tê firotin. Ji bo mala ku li herêma herî guzîde a Sîngapurê ye, tam 242 mîlyon dolar tê xwestin.

Li Sîngapurê, li herêma dewlemendan û guzîde, ji bo mala ku tê firotin tam 242 mîlyon dolar tê xwestin. Mala bihatir, li nêzika Baxçeyên Botanîk, li navenda bajêr a danûstendinan cih digre.
Xanûmana ku di nav 8 donim erd de, li ser du qata hatiye avakirin, çi bixwazî têde heye. Ji korta tenîsê bigre heta hewz.

Li kêleka mala bihatir Balyozxaneya Rusya û Japonya jî heye.

Xwediyê ev xanûmana herî biha xwediyê Holdînga Wing Tai Chen Wai Keung e.

Şêwirmendê emlakê yê Sîngapurî Karamjit Singh diyar dike ku, xanîmaneke wiha ancax serî 15-20 salan carê rast tê. Bihayê vê malê li cîhanê bihayê mala herî bilind e yê ku ji bo malekê tê xwestin.

Di raporeke ku sala borî ji aliyê Knight Frank û Private Bank ve hate amadekirin de, ku bi lêkolînkirina 63 herêman rapor derkete holê, di piyasaya emlakê a Asyayê de Sîngapur li dû bajarê Hong-Kong bajarê herî biha ye.
Top