• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Brîtanya îskeletekî 4 hezar û 400 salî hate dîtin

Gulan Media April 24, 2013 Corane
Li Brîtanya îskeletekî 4 hezar û 400 salî hate dîtin
Li Brîtanya li herêma bi navê Windsor a ku berê herêmeke kraliyetêbû, îskeletekî jinekê a 4 hezar û 400 salî hate dîtin. Jin bi zêrên xwe hatiye binaxkirin.

Îskeletê jineke ku tê texmînkirin şahbanû an keybanûye a ku bi zêrên xwe hatiye binaxkirin, li Brîtanya hate dîtin. Ji aliyê pisporan ve tê îfadekirin ku ew îskeletê derketiye holê, aîda 4 hezar û 400 sal berê ye. Îskelet li herêma Windsor a li Brîtanya derketiye holê. Herêma Windsor herêmeke ku berê li wira kraliyetê jiyan kiriye ye.

Li ser îskeletê lêkolîn hate kirin. Lêkolîn destnîşan dide ku îskeletê hatiye dîtin, aîda keseke payebilind a rêvebir bûye. Çimkî gerdaneyê zêrîn di stûyê jinê de derket û ew jî îşareta keseke rêvebiriyê ye. Îskelet 18 mehan berê hatiye dîtin û heta niha li ser îskelet û zêrên ku derketine lêkolîn hatiye kirin.

Berpirsyarê lêkolînê Arkeologê ji Zanîngeha Wessex Gareth Chaffey diyar dike ku, îskelet aîda jineke ku di 40 saliya xwe de miriye ye û diyar e ku ew jina keseke rêvebir bûye.

Avestakurd
Top