• Saturday, 18 May 2024
logo

Ji Perwazê surprayzek

Gulan Media April 23, 2013 Corane
Ji Perwazê surprayzek
Hevserê Perwaz Hisên rexne li daxuyaniyên jûriya bernameya Arab Idolê hunermend Ehlam girt û aşkira kir ku surprayzek ji aliyê Perwazê ve heye.

Goran Salih, bersiva hunermenda Îmaratî (Ehlam Şamsî) dide û ji Xendanê re ragihand ku bi gotina Ehlam gelekî aciz bûye lê belê ew dîtina wê ya şexsî ye û got: Ji berê îro bi liberkirina cilên Kurdî min dixwest zêdetir Kurdbûna xwe nîşan bidin.

Hevserê Perwaz Hisên, Goran Salihxuya kir ku bi berovajî gotinên Ehlam, kanala MBC pêşwaziyekî germ li Perwaz kiriye û rê daye wê ku bi Kurdî stranan bêje û cext li wê yekê kiriye ku. “Em ji tu kesî qebûl nakin sivikayetiyê bi Kurd bike.”

Goran Salih aşkira kir ku, heya niha zêdetir li 5 milyon deng bo jimara Perwaz ji aliyê Kurd û Ereban ve hatiye şandin û ta niha di dengdanê de li pêşe, ji bo vê jî çêdibe ew pileya yekem bi dest bixe.
Goran Salih got: Di bernameya dawîû de suprayzek ji aliyê Perwazê ve tê pêşkêş kirin.

Salih got: “Heya niha hikûmeta herêmê weke pêwîst hevkariya me nekiriye.” Her weha giliyê wî li wê yekê hebû ku Silêmaniyê weke paytexta rewşenbîriyê di warê rêklamê de Perwaz paşguh xistiye.

Goran Salih nehîniyekî taybet ya xwe û Perwazê bo Xendanê aşkira kir û got: “Digel Perwazê de peywendiyekî min ya xweşewîstiya ya kûr heye û destpêkê ez çend caran çûm bo xwazgîniya wê lê belê red kirine, ji ber vê jî ev 7 salin min çaverêya wê kir heta ku dawiyê me hevsergîrî kiriye û niha jî em xwediyê zarokekî ne.”

Hêjayî gotinê ye Perwaz Hisên li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye û ev çend salin li gel Goran Salih hevsergîrî kiriye û niha jî gihîştiye pileya dawî ya bernameya Arab Idol a li ser ekrana kanala mbc û hejmara wê (6) e.

Di bernameya roja şemiyê de hunermenda Îmaratî Ehlam Şamsî ku yek ji jûriyên bernameyê bi awayekî raste rast ji Perwazê re got: "Kurdistan beşeke ji Êraqê ez li dijî wê yekê me ku bêjin Perwaz ji Kurdistanê ye, bi min xweşe ku bêjin Perwaz ji Êraqê ye."

Di bersîva xwe de Perwazê berê xwe da Ehlamê û jêre got: "Ez xelkê Kurdistanê me û Êraqîm e.
Ev daxuyaniya Ehlamê nerazîbûneke zor ya beşdarvanên Kurdî li ser torên civakî hatiye nîşandan."

Xendan
Top