• Saturday, 18 May 2024
logo

Kovara Focus Kurdek xist nav lîsteya pisporên tendirustiyê

Gulan Media April 16, 2013 Corane
Kovara Focus Kurdek xist nav lîsteya pisporên tendirustiyê
Prof. Dr. Şefik Tagay li Almanyayê ev 13 sal in li Zanîngeha Duisburg-Essenê di beşa Psîkotraûmayê de mamostatî dike û herwiha xwediyê gellek lêkolînên psîkolojiyê ye. Ew di kovara Focusê de di beşa tendirustiyê de di nava bijîşk û pisporên herî serkeftî yên Almanyayê de hat nîşandan. Tagay ragihand ew pirr kêfxweş e û got, “Ev yek encama lêkolîna min a derbarê pirsgirêkên xwarina zêde qelewtiyê ye.ˮ

Li Almanyayê kovara navdar a bi navê Focus du salan carekê bijîşk û pisporên herî serkeftî yên Almanyayê li gorên beşên wan di nava lîsteyekî de diwesîne. Pispor, lêkolînvan, zanist û bijîşkên ku navên wan di nava vê lîsteyê de tê weşandin di nava raya giştî de jî navê wan belav dibe û ev jî sûd dide wan ku baş bên naskirin. Di nava lîsteya pispor û zanistên sala borî de navê Prof. Dr. Şefîk Tagay jî hebû. Tagay ji Rûdawê re destnîşan kir ku ti kes nikare xwe ji bo lîsteya Focusê pêşniyar bike û got, “Ew bi xwe di nexweşxaneyan û zanîngehan de lêkolîn dikin û li gor ked, xebat û lêkolînên cuda zanistên serkeftî hildibijêrin. Lê tenê mercek heye, divê zanist di zanîngehekê de serkêşiya beşek zanistî bike.ˮ Tagay diyar kir ku sedemê hilbijartina wî lêkolînên wî yên zanistî ne û got, “Ev 13 sal in ku ez li Zanîngeha Duisburg-Essenê mamostatî dikim û di bin gellek lêkolînên zanistî de ked û îmzeya min heye. Bi taybetî lêkolîna min a derbarê kêşeyên xwarinê û qelewtiyê bala Focusê kişandiye.ˮ Tagay herwiha di van beşan de lêkolînên zanist kirine: Psîkotraûmatolojî, Kêseyên xwarinê, Psîkoterapî, Zanistiya Qalîteya Jiyanê, Penabertî û Tendirustî, Psîkoonkolojî, Nasnameya Ezdayetî, Penabertî û Tendirustî, Ol û Nexwesî.ˮ Tagay li Zanîngeha Bochumê beşa psîkolojî xwendiye û li Zanîngeha Duisburg-Essenê jî doktoraya xwe di besa tipê de kiriye û postê profesoriyê bidestxistiye.

Rêvebirê GEA ye

Tagay diyar kir ku li Almanyayê bi deh hezaran Kurdên êzdî hene ji Bakurê Kurdistanê, ji Ermenistan û Gurcistanê û ji Başûrê Kurdistanê û got di navbera wan de cudahiyên raman û nêzîkbûnên siyasî û civakî hene. Bi mebesta ku nasnameya Ezdayetî di nava ciwanan de baş bê naskirin di sala 2010ê de çendîn akademîsyenên kurd ên êzdî li hev civiyane û pirsîne ka ew dikarin li dijî asîmilasyonê çi bikin. Tagar derbarê damezirandina Civaka Akademisyenên Êzdî, GEA (Gesellschaft Ezidischer AkademikerInnen) wiha axivî: “Di nava nifşên ciwan ên êzdî de li Almanyayê zêde ola Ezdayetî baş nayê naskirin û gellek ji wan baş bi kurdî jî nizanin. Herwiha hinek êzdiyên me ji ber siyaseta dewletên navçeyê nasnameya xwe ya netewî nadin pêş û xwe Kurd nabînin. Me jî xwest em akademîsyenên kurdên êzdî bînin cem hev û pêşî li ber helandinê bigirin.ˮ Di Mijdara 2012ê de li Bielefeldê bi navê GEA, Civaka Akademisyenên Êzdî hatiye damezirandin û Tagay jî serokatiya wê dike. Nêzîka 50 akademîsyên endamê GAE ne.

Kî ye?
Şefîk Tagay di sala 1972yê de li gundekî Bişêriya Batmanê hatiye dinyayê û di 9 saliya xwe de hatiye Almanyayê. Tagay li Zanîngeha Bochumê beşa psîkolojî xwend û di sala 1999ê de dîplomaya xwe wergirt. Ew 13 sal in di zanîngeha Duisburg-Essenê de lmamostatî dike û di çendîn beşên zanist de êkolînên wî hene. Tagay ji Mijdara 2012ê vir ve serokatiya Civata Akademisyenên Êzdî dike.

Rudaw
Top