• Thursday, 16 May 2024
logo

Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire

Gulan Media March 31, 2013 Corane
Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire
Lêkolîneke zanistî li Amerîka diyar dike kû, muzîk bi rêjeya 21 % azaran kêm dike û 25% xemokiyê kêm dike, bi taybet jî bo wan kesên kû di rewşên derûniyên xirab de derbas dibin.


Vê lêkolînê weha dibêje kû Muzîk bandora wê ya pozîtîv li ser nexweşan heye, bi taybet yên temanên wan ser 50 salî kû hest bi êşên Cumgan (mefasil) dikin.

Raporta lêkolînê dibêje kû, nujdarên zankoya Sitanford ya Amerîkî daxwaz ji kesên kû yadweriya wan lawaz (bîr û zakîra wan zeyîf) hatiye kirin kû guhdarî muzîkê bikin, piştî wê derket holê kû muzîkê bandorek baş kiriye ser pêşxistina yadweriyên wan (bîr û zakîra wan baştir kiriye).

Ji aliyekî din ve, lêkolîneke din dibêje kû, koma endamê henase bandoreke wê ya gelek li ser şêwaz û asta hizirîn û bîranîna mirovan heye.

Lêkolîn li ser 22 kesan hatiye encamdan, piştî taqîkirina wan li çend rewşên cûda de, derket kû ew kesane li dema guhdariya muzîkê dikin hem karînên wan yên hinasedanê baş dibe, hem jî rewşa tendirûstiya wan baştir dibe ew jî bi sedema kêm hestkirina azariyê.
Top