• Thursday, 16 May 2024
logo

Emeliyata estetîkê herî zêde li Îranê ye

Gulan Media March 17, 2013 Corane
Emeliyata estetîkê herî zêde li Îranê ye
Îran, di emeliyata estetîk de li cîhanê di rêza yekê de cih digire. Her sal zêdetirî 200 hezar kes li Îranê emeliyata estetîkê dibe. Welatê ku di emeliyata estetîkê de Îranê dişopîne jî Amerîka ye.

Li gorî daneyên Komeleya Cerahên Plastîk a Îranê, li cîhanê welatê ku herî zêde emeliyata estetîkî tê kirin Îran e.

Serokê Komeleya Cerahên Plastîk a Îranê Dr.Kelentar Hurmuzî diyar dike ku, li Îranê kesên ku emeliyata estetîk dibin, grupa zêdetir grupa ku salên wan di navbera 17 û 26 an de ne.

Bihayê emeliyateke estetîk jî di navbera 1600 û 3000 dolarî de ye. Mirov, bi taybet jî jinên ciwan, zêdetir emeliyata estetîk a poz dibin.

Li Îranê qasî 3 hezar bijîşkên ku emeliyata estetîk dikin hene. Ji van ancax 125 bijîşka, ji wezareta tenduristiyê destûra emeliyata estetîkê stendine.

Herî zêde poz tê estetîze kirin. Li gorî civaknasan, li Îranê sedema zêdetir emeliyata estetîk ew e; ji ber ku li Îranê bi taybet jin tenê dikarin rûyê xwe vekin, bilî rûyê wan herdera wan ji girtinê re tê mecbûrkirin, wana jî dixwazin ku rûyê wan baş xuya bike û loma jî pozê xwe bi emeliyata estetîk didine çêkirin.

Avestakurd
Top