• Thursday, 16 May 2024
logo

Jinek 61 salê bi zarokê 8 salî re dizewice

Gulan Media March 12, 2013 Corane
Jinek 61 salê bi zarokê 8 salî re dizewice
Di cîhana hevsergîriyê de rojana çendîn nûçeyên cuda û balkêş tên bihîstin lê belê vê carê ew halet hatiye guhertin û li çûna ku zava li bûkê mezintir be bi berovajî wê yekê ye.

Zarokê heşt salî Sanêl Masîlîla bi hevsergîriya xwe ya ecêb piraniya cîhanê bi xwe ve mijûl kiriye, çûnkî hevsera wî 53 salan li wî mezintire û di temenê dapîra wî de ye.

Hêlîn Şabango ew xanima 61 salî ku razîbûna xwe bi hevserîtiya li gel Masîlîla bi mehra 745 dolaran qebûl kiriye. Her weha daweta wan jî nêzîkî 1500 dolar lê hatiye xerc kirin û ji bo Şabango vê zewacê erê bike 2000 dolar ji aliyê Masîla ve hatiya da tenê ji bo wesiyeta bapîrê xwe bi cî bîne.

Hêjayî gotinê ye ku Şabango, dayîka 5 zarokane ku temenê wan di navbera 27-37 salî de ne.

Masîlîla li barê zewaca xwe de radighîne ku ji ber ku şevekê wî bapîrê xwe di xewna xwe de dîtiyê û ji wî xwestiye ku bizewice, êdî piştî wê demê biyar daye ku bizewice.

Ev bûk û zava li bajarê (Çowên) li başûrê Afrîqa akincî ne, Şabango li navendeke jîngehê kar dike û zava jî li dibîstan dixwîne.

Masîla ragihandiye ku dema ew bighêje temenekî mezuntir ewê li gel jineke di temenê xwe de hevsergîriyê bike.

Xendan
Top