• Thursday, 16 May 2024
logo

Di sala 2012 de zêdetir Madonna qezenç kir

Di sala 2012 de zêdetir Madonna qezenç kir
Stranbêja navdar Madonna, di sala par de, bi 88 konseran bû muzîkjena ku herî zêde qezenç kiriye. Madonna, di bergeha turneya bi navê MDNA de, 34.6 mîlyon dolar qezenç bidest xistiye.

Kovara Bilboard, lîsteya muzîkjenên ku di sala 2012 an de herî zêde qezenç kirine eşkere kir. Li gorî lîsteyê, stranbêja 54 salî Madonna, nêzika 35 mîlyon dolar qezenç bidest xistiye.

Madonna, di sala par de, di bergeha turneya MDNA de derketiye 88 konseran. Stranbêja navdar, di nav 5 salên dawiyê de cara duyem e ku di lîsteya herî zêde qezençkirinê de, di rêza yekem de cih digre.

Lîsteya 2012 an a muzîkjenê ku herî zêde qezenç kirine wiha ye:
1- Madonna - 34,6 milyon dolar
2- Bruce Springsteen - 33,4 milyon dolar
3- Roger Waters - 21 milyon dolar
4- Van Halen - 20 milyon dolar
5- Kenny Chesney - 19,1 milyor dolar
6- Dave Matthews Band - 18,9 milyon dolar
7- Tim McGraw - 18,3 milyon dolar
8- Jason Aldean - 17,6 milyon dolar
9- Coldplay - 17,3 milyon dolar
10- Justin Bieber - 15,9 milyon dolar
Top