• Saturday, 23 November 2024
logo

Jin bû bû mêr

Gulan Media February 24, 2013 Corane
Jin bû bû mêr
Lîstikvana bi navê Nîl Erkoçlar, bi operasyoneke cerahî bû mêr û navê xwe jî kire "Yagmur." Nîla berê û Yagmura niha hestên xwe wiha tîne ziman, "ji bo min Nîl mir, Yagmur hate dinyayê."

Bi navê xwe yê berê Nîl Erkoçlar, bi operasyoneke cerahî zayendiya xwe guhert û bû jina bi navê Yagmur Erkoçlar. Lîstikvana sînemayê Erkoçlar, bi ameliyatê memikên xwe girtin û lebatê mêritiyê (penîs) ji xwe zêde kir.

Yagmur Erkoçlar hestên xwe wiha îfade dike, "min ferq kir ku keçik xweşiya min derin, wek zilamekî. Lê ez bi xwe jin bûm, bedena jinekê li ser min bû. Ev tiştekî zor zehmet e. Mîna xeletiyeke îmalatê. Carê bifikirin, tu ji jinan hez dikiye, kêfa te bi wan têye lê ambalaja te jin e. Îcar tu jineke bedew î jî. Lê ez ne hevezayend bûm. Ez ne lezbiyen bûm jî. Her tim min dixwest ku ji wê bedena xwe a jin bifilitim. Min xwest ez wê bedenê biqelişînim û xwe bigihînime azadiya xwe."

Nîla berê û Yagmura niha, di zarokatiya xwe de dest bi lîstikvaniyê kiriye. Destpêkê di gellek fîlmên reklaman de lîstiye û niha di rêzefîlman de dilîze. Yagmur 26 sali ye û bi mêrbûna xwe niha gellekî xweşhal e.

Avestakurd
Top