• Thursday, 16 May 2024
logo

Wezareta perwerdeyê 10’ê adarê dike roja liberxwekirina cilûbergên kurdî

Gulan Media February 14, 2013 Corane
Wezareta perwerdeyê 10’ê adarê dike roja liberxwekirina cilûbergên kurdî
Bername û ezmûnên wezareta perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê tên guhertin. Wezaretê biryar da ku 10’ê adarê bike roja liberxwekirina cilûbergên kurdî.

Berdevka wezareta perwerdeyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Hacer Dawûd ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro ya civata wezareta perwerdeyê de biryar hat dayîn lijneyek pispor bi armanca şopandina sîstema bername û ezmûnan bê dirûstkirin.”

Hacer Dawûd di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Pêwîste di nava heftiyekê de lijne encamên xwe diyar bike, kêmasî û guhertinan destnîşan bike.”

Berdevka wezareta perwerdeyê wiha got: “Di civînê de 10’ê Adarê wekî roja cilûbergên kurdî hat diyarkirin. Di vê rojê de wê li tevayî sazî û dezgehên hikûmetê, karmend, xwendekar û mamosta cilûbergên kurdî li ber xwe bikin. Ger bixwazin, ji ber biryar ne neçariye.”

Berdevka wezareta perwerdeyê Hacer Dawûd di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Para 8’ê mehê ji bo liberxwekirina cilûbergên kurdî hatibû diyarkirin, lê îsal 10’ê adarê hatiye diyarkirin. Roj jî nayê guhertin û di vê rojê de wê dewama fermî hebe.”

Rudaw
Top