• Thursday, 16 May 2024
logo

Bi solaryumê ket vî halî!

Gulan Media February 10, 2013 Corane
Bi solaryumê ket vî halî!
Kelly Hughes a 30 salî ya ev 14 sal in bi awayekî bi rêk û pêk diçe solaryûmê, dema fîlmê sûretê xwe dît şoq bû.

Li gorî nûçeya rojnameya Daily Mail a li Îngiltereyê, jina 30 salî ya bi navê Kelly Hughes ev 14 sal in bi awayekî bi rêk û pêk diçe solaryumê. Hughes dema fîlmê sûretê xwe dît şoq bû. Hughes niha bi penceşêra çerm re rû bi rû ye. Dema mirov li sûretê wê dinhêre, tiştek xuya nake. Lê amûra UV ya ji bo kontrolkirina van nexweşînan tê bikaranîn, nîşan da ku çermê sûretê wê ketiye çi halî. Ev fîlmê sûretê wê ku hatiye kişandin, nîşan dide ku solaryum û mayîna zêde ya li ber rojê, penceşêra çerm çawa zêde dike.

Rudaw
Top