• Thursday, 16 May 2024
logo

Zîlan kete Tîma Milî ya Tirkiyeyê

Gulan Media February 9, 2013 Corane
Zîlan kete Tîma Milî ya Tirkiyeyê
Keça 15 salî ya kurd Zîlan Gulsum, di kadroya U-15 ya Tîma Basketbola Milî ya Tirkiyeyê de cih girt. Zîlan yekemîn keça Amedî ye ku di tîma milî de dibe kadro. Galatasarayê jî teklîfa kadroyê ji Zîlanê re anî. Lê Zîlan dixwaze di pêşerojê de di kadroya Tîma Basketbolê ya WNBA ya Amerîkayê de bilîze.

Bajarê Amedê xwedî serjimariyeke nêzî 2 milyon e û bi sed hezaran zarok û ciwan hene. Lewma di nava 8 salên dawiyê de di bin banê Şaredariya Baglarê de klûbeke sporê hate vekirin. Şaredariyê xwest potansiyela zarok û ciwanên kurd di sporê de bigihijîne asta bilind. Di nava 3 salan de şaredariyê ji tîma herî serkeftî ya cîhanê NBA re du ciwanên kurd şand. Herî dawî ji Tîma Basketbola Keçan a Şaredariya Baglarê Zîlan Gulsum bi serkeftina xwe kete rojevê û di kadroya Tîma Milî ya Tirkiyeyê de cih girt. Cara yekemîn e ku keçeke kurd a Amedî dikeve kadroya tîma milî.

8 xwişk û birayên Zîlan Gulsumê hene û bavê wê di înşeatan de karkerî dike û ji keça xwe re jî pir dibe alîkar. Li gorî agahiyên ku Zîlanê dan Rûdawê, destpêkê dê û bavên wê xwestine li pêşiya werzişvaniya wê bibin asteng. Lê Zîlan bi israr li dijî wan derketiye û dev ji sporê berneda û bi disîplîn, xebateke bi bername û plan gihişte armanca xwe. Ji ber ku temenê wê 15 ye, di U-15 de dileyîze. Zîlan serkeftina xwe deyndarê antrenorê xwe Remzî Atli.

Zîlana biçûk di musabeqeya basketbolê ya di navbera dibistanan de li Elezîzê ket erdê û çîmên wê zirar dîtin. Ji ber vê yekê piyê wê xistin alçiyê û ew niha tedawî dibîne. Li gorî agahiyên ku Zîlanê dan tedawiya wê heta mehekê didome û ewê di demên pêş de careke din li ser navê tîma milî bileyîze. Zîlan wiha axivî: “Ez gellek caran tevli kampên tîma milî bûm lê herî dawî ketim kadroyê. Ji Galatasarayê jî bo min teklîf hat. Lê ez dixwazim di pêşerojê de serkeftineke baştir bi dest bixim û di kadroya Basketbola Jinan a Amerîkayê WNBA de cih bigrim.” Li gorî Zîlanê di kuçe û kolanên Amedê de bi deh hezaran zarok û ciwanên bi qebiliyet hene û ger binesaziyeke baş a werzişê bê danîn ev zarok û ciwan wê ji ciwanên gelek welatan serkeftîtir bin.


Antrenorê Tîma Basketbola Keçan a Şaredariya Baglarê Remzî Atli jî got Zîlan bi xebateke bi rêk û pêk gihiştiye vê merheleyê û wiha axivî: “Li Amedê rastiyek heye; malbat nahêlin keçên wan sporê bikin. Li pêşiya zarokên xwe dibin asteng. Sporê weke pîşeyeke beredayî dibînin. Lê Zîlan bi serkeftina xwe vê nêrînê şikand. Ew bû rûmeta Amedê. Em hemû pê serbilind in. Zîlan ji gellek keçikên Amedê re bû mînak û ev yek wê bi xwe re riya gellek ciwanên din veke. Ez bawer im ger çapamenî jî piştgirî bide wê malbat êdî bi destê xwe zarokên xwe bibin klûbên sporê.”

Rudaw
Top