• Thursday, 16 May 2024
logo

Ji bo pera sê mêrên xwe dikuje

Gulan Media February 4, 2013 Corane
Ji bo pera sê mêrên xwe dikuje
Li Kolombya jinekê ji bo ku sîgorta jiyanê bistîne, 3 mêrên xwe kuştin.

Piştî ku her sê mêrên xwe kuştin, hate girtin, eşkere bû ku ji kuştina her sê mêrên xwe 50 hezar dolar kom kiriye.

Jina bi navê Esneda Ruiz Catano di salên 2001, 2006 û 2010 sê mêrên xwe kuştin.

Ji her sê mêran bi temamî 50 hezar dolar kom kirin.

Jina 45 salî ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Di rapora polîsan de hate diyar kirin ku vê jinê mêr xapandine û bi wan re zewicî ye, piştre pereyên sîgortaya jiyanê standiye.

Li gora raporê jinê her sê mêrên xwe şerjê kirine.


Avestakurd
Top