• Thursday, 16 May 2024
logo

Wek Sîvoran peran komdikim

Gulan Media January 27, 2013 Corane
Wek Sîvoran peran komdikim
Ji ber ew demên di jiyana xwe ya zaroktî de ku bi hejarî jiyaye, keça ekter a bi regez Okranî û hilgirê regeznameya Fransî (Olga Korîlinko) dibêje: “Ez weke Sîvoran kardikim bo komkirina pare.”

Olga Korîlinko, keça bi navûbang ya Okranî amaje bi cîgirbûna rewşa xwe dike jib o ew serkeftina ku niha bi dest xistiye, belku di komkirina xwe ya peryan de jî serkeftî bûye û dewlemend bûye.

Ev xanima ektrîst di jiyana xwe ya zaroktî de gelekî hejarî dîtiye lê belê piştî dewlemendbûna wê û liberkirina xweşiktirîn cil û berg, Olga dibêje: “Niha min birçîbûn ji bîr kiriye û ez nizanim wateya wê çiye ku mirov birçî be.”

Ji temena 18 saliyê ve Olga fêrî zimanê Fransî bûye û li ser bergê govara (Gilamor, Eil, Medam Vîgaro û Fog) derketiye û rêklam jib o çendîn markên bi navûbang kiriye. Di sala 1999`an de bi wênegirekî Fransî re jiyana hevsergîriyê destpê kiriye û piştî çar salan ji hev cuda bûne. Di sala 2005`an de wek ekter kar dike û beşdarî li çendîn filman de kiriye.

Xendan
Top