• Thursday, 16 May 2024
logo

"Têkiliya cînsî ji nimêjê girîngtir e"

Gulan Media January 22, 2013 Corane
Sibel Uresîn, jina ku ji malbatên mutedeyîn re "rêbertiya jiyanê" dike, di hevpeyvîna xwe, a ku bi rojnameya Akşamê re kiriye de, li ser navê îslamiyetê gotinên balkêş dike. Dibêje, "têkiliya cînsî ji nimêjê jî girîngtir e."

Ji jina naskirî a medyatîk û sergirtî daxuyaniyên balkêş. Sîbel Uresîna ku ji malbatên mutedeyîn re "rêbertiya jiyanê" dike wiha dibêje, "rêya nimêja rasteqîn, ji bi hev re bûna rast re derbas dibe. Cînsîtî îbadetek e. Cînsîtî ewqas li ber çavên xwe kirine tabû ku, mirov nikare bipeyive jî. Herkes nerehet dibe û wek bêehlaqî tê hesibandin. Ji ber ku nayê axaftin, tengezarî heye. Gelo ma zarokekî ku ji helaliyê zaye û yê ku ji heramiyê zaye dibe yek? Rêya nimêjeke baştir, ji destnimêj girtineke baş re derbas dibe. Rêya ji Xwedê re benîtiyeke baş jî, ji jiyaneke baş a cînsî re derbas dibe. Loma jî têkiliya cînsî ji nimêjê girîngtir e."


Sîbel Uresîn, di hevpeyvîna ku da Sîbel Ateş Yengîn a rojnameya Akşamê de, bi navê îslamiyetê ev gotinan kirine.

Avestakurd
Top