• Wednesday, 22 May 2024
logo

Firokên cengî devera Qendîlê bombebaran dike

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
Firokên cengî devera Qendîlê bombebaran dike
Îro nêzî nîv demjimêrê devera Zap ku li jêr kontrola gerîllayên PKK de ye topbaran kir, lê ji ber ku gundiyên wê deverê beriya demekê ji wir derketibûn lewra tu ziyanek maddî an canî rû ne daye.

Guherdî diyar kir ku, di dema niha de 2 firokên cengî yên Turkiye li esmanê deverên Bamernî, çiyayê Metîna, Dêrelok û çend deverên din digerin, lê heya niha tu dever ji aliyê wan firokan ve ne hatine bombebarankirin.

Ji aliyekî din ve li gor zanyariyên nûçegîhanê Xendanê Yeqûb ji devera Qendîlê, firokên cengî yên Turkiye deverên gerîllayên PKK bi dijwarî bombebaran dike, lê heya niha ziyanên maddî an jî canî nayên zanîn.

Xendan
Top