Dîsa topa ji Sûriyê hat li Tirkiyê ket
Serê sibê saet di 06.00'an de li Sûriyê di navbera hêzên Esad û muxalifan de pevçûn derket. Piştî pevçûnê guleya topê ya ji aliyê Sûriyê hat, li bejahiya gundê Guveççî yê Yayladaga Antakyayê ket xwar. Li gorî agahiyan tişt bi kesî nebûye. Hat hînbûn ku 3'emîn Fermandariya Tabûra Hidûd bersiv daye.
Rudaw