• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Li Zaxoyê Bingeha Çendîn Projeyên Girîng Danî

Gulan Media September 25, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Li Zaxoyê Bingeha Çendîn Projeyên Girîng Danî
Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Parêzgeha Dihukê de evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Bajarê Zaxoyê kir û bingeha çendîn projeyên girîng jî danî.

Serokwezîrê Kurdistanê di destpêka serdana xwe de li Qaêmmoqamiya Zaxoyê de bi Rayedarên îdarî yên vê Bajarê re civiya û di vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê guhdariya kêşe, arîşe, kemanî û daxwazên Şînî û Rayedarên Deverê kir.

Pişt re jî giftûgoyeke berfire di navbera Serokwezîr û Rayedarên îdarî yên Deverê de di derbarê çawetiya cîhbicîh kirina daxwazên han û çareser kirina kêşe û kemaniyan de hate meşandin.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, tevahiya Wezaretên peyvendîdar erkdar dike daku, lêkolînên berfire di debarê daxwazên han de bikin û di demeke nêz de jî dest bi cîhbicîh kirina wan daxwazan bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, dabezandin û dabeş kirina desthilatan di navbera Parêzgehan de dibe sedema kêmbûna kêşe û kemaniyan û herwiha baştir kirina rewşa xizmetgozarî.

Di derbarê nujen kirina Pira Delal, Qişleya kevin ya Zaxoyê û Taxê Cihuyan ya vê Bajarê yên ku, xwedan girîngiyeke Dîrokîne, Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, her cure nujen kirin dibe bi çavdêriya dezgehên navnetewî yên weke UNESCO de be.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji Rayedarên Deverê kir daku, hewl bo damezrandina Mûzexaneyekî li Bajarê Dihukê de bidin daku, bi vê awayî asewarên Dîrokî û yên kevin yên Deverê di nava vê Mûzexaneyê de werin komkirin û parastin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî herwiha guhdariya kêşe û arîşeyên heyî yên di warê perwerde û xwendinê de jî kir û ragihand ku, dibe tevahiya wan kêşeyên han di demeke nêz de werin çareser kirin û dibe çendîn debistan li Deverên cubicur de bi mebesta çareser kirina kêşeya kêmbûna debistanan werin damezrandin.

Her di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê biryara vê yekê jî da daku, tevahiya kêşeyên Zanînge û akademiyên vê Deverê jî werin çareserkirin.

Bi mebesta girîngî dan û xizmet kirina kesûkarên Şehîd û enfalan jî Serokwezîrê Kurdistanê biryar da daku, di mereheleya yekem de bi buhayê 12 miliyon dolaran xanî û kesûkarên Şehîd û enfalan werin çêkirin û daxwaz ji Parêzgarê Dihukê kir daku, bi aliyên peyvendîdar re bikeve nava hewldanan û dibe di merheleya dudiyan de jî tevahiya kesûkarên Şehîd û enfalan bibin xwedan xaniyên teybet bi xwe.

Di derbarê meseleya qerebû kirina wan kesan de jî ku, jiber hin projeyên Hikûmetê rastî zererê hatine, Serokwezîrê Kurdistanê aliyên peyvendîdar agehdar kir daku, dest bi prosesa qerebû kirina wan welatiyan bikin.

Piştre Serokwezîrê Kurdistanê serdana Yarîgeha navnetewî ya Zaxoyê kir û cîhbicîh kirina karûbarên damezrandina vê Yarîgeha han ji nêzve şopand û herwiha li ser daxwaza ev kompaniyên ku, ev Yarîgeha han çê dikin Serokwezîrê Kurdistanê biryar da daku, cadeyên derdorê yarîgehê werin berfirekirin û parkîngeke 4 qatî jî bo yarîgehê were damezrandin.

Her di çarçoweya vê serdana han de Serokwezîrê Kurdistanê serî li Zanîngeha Zaxoyê jî xist û bi Serok û Berpirsên vê Zanîngehê re civiya û di civînê de Serokê Zanîngeha Zaxoyê behsa kar û çalakiyên Zanîngehê kir û hin daxwaz jî pêşkêşî Serokwezîr kir û Serokwezîrê Kurdistanê jî amadebûna Hikûmeta Kurdistanê bo cîhbicîh kirina wan daxwaziyan diyar kir.

Her evro Serokwezîrê Kurdistanê li Bajarê Dihukê de jî bingeha Nexweşxaneyeke 300 textî danî û di merasimê de peyvek jî pêşkêş kir û hêvî xwest ku, bi damezrandina vê Nexweşxaneya han kêşeya kemiya Nexweşxaneyan ne tenê li Dihukê belku, li Deverê bi giştî were çareserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê her bi minasebeta danîna bingeha vê Nexweşxaneya han pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî xelkê Deverê kir û hêvî xwest ev Nexweşxaneya han di dema diyar kirî de amade bibe.
Top