• Saturday, 18 May 2024
logo

Ahmet Turk: Yekitî çênebe dê kurd wenda bikin

Gulan Media September 23, 2012 Nûçe
Ahmet Turk: Yekitî çênebe dê kurd wenda bikin
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, xwest ji bo serkeftinê li her çar perçeyên Kurdistanê xebatên yekitiya neteweyî bi xurtî bên meşandin û wiha got: “Ev sedsal pir girîng e. Ev sedsal azmûna kurdan e; hêviyên me pir xurt in. Tu gel di vê serdemê de bê dad, bê heq û hiqûq nikare bijî. Lê ger em berpirsyariya xwe bi cih neynin, dibe ku em wenda jî bikin. Dibe ku li her çar perçeyên Kurdistanê gelê me bi rîska wendakirinê re rû bi rû be. Di rewşeke wiha de dê destkeftiyên heyî jî ji dest biçin.”

Li Amedê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Civîna Navberê ya 3’emîn a 6’emîn Komcivîna Asayî pêk anî. Civîn li avahiya KCD’ê, li Mêvanxaneyê pêk hat. Hevserkoên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û endamên Meclisa Daîmî di civînê de amade bûn. Ahmet Turk, derbarê pêvajoya nû û pêşveçûnên li Rojhilata Navîn de axaftinek kir.

‘Bêyî kurdan li Rojhilata Navîn îstîkrar çênabe’

Turk, bal kişand kurdan gelek êş û elem kişandine lê sedsala 21’emîn ji bo kurdan pir girîng e û wiha got: “Kurd îro li Kurdistanê û li perçeyên din ên Rojhilata Navîn, bi niheqî û bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Kurd ji bo pêşerojeke baş di nava hewldanan de ne. Edî ev mantiqa ku kurdan înkar dike nema bikaribe bijî. Ger kurd bi gelên li Rojhilata Navîn re bi feraseteke biratiyê bijîn, dê Rojhilata Navîn bi îstîkrar be. Demokrasî dê li Rojhilata Navîn bi pêş bikeve. Lewre kurdan kultura demokrasiyê wergirtiye û polîtîze bûne.”

Turk, bal kişand piştî çûyîna rêveberiya Beşar Esad a li Sûriyê pêşeroja Sûriyê şolî bûye û wiha berdewam kir: “Li vir a kêm demokrasî ye û kurd ji demokrasiyê re amade ne. Lê em dibînin li vir hêj feraseteke wisa heye ku dixwaze kurdan bi feraseta sedsala 18-19’an bi rê ve bibe. Li aliyê din jî têkoşîneke kurdan ku guherîn û veguherînê dikare pêk bîne, heye. Em di wê baweriyê de ne ku ev têkoşîn dê bi ser bikeve.” Turk, destnîşan kir ew ê aştiyeke ku zirarê bide rûmeta kurdan weke aştî nebînin û ew ê vê yekê qebûl nekin. Turk, ji bo aştiyeke mayînde xwest protokolên li Osloyê bi cih bên û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bê rakirin. Turk, aşkera kir ku ew ê ji bo teşhîrkirina tecrîda li ser Ocalan, li hemû cîhanê xebatên berfireh bimeşînin.

Banga yekitiya neteweyî kir

Ahmet Turk, xwest ji bo serkeftinê li her çar perçeyên Kurdistanê xebatên yekitiya neteweyî bi xurtî bên meşandin û wiha got: “Ev sedsal pir girîng e. Ev sedsal azmûna kurdan e; hêviyên me pir xurt in. Tu gel di vê serdemê de bê dad, bê heq û hiqûq nikare bijî. Lê ger em berpirsyariya xwe bi cih neynin, dibe ku em wenda jî bikin. Dibe ku li her çar perçeyên Kurdistanê gelê me bi rîska wendakirinê re rû bi rû be. Di rewşeke wiha de dê destkeftiyên heyî jî ji dest biçin.”
Top