• Saturday, 18 May 2024
logo

Geştên asîmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Îmaratê bi awayekî fermî dest pê kirin

Gulan Media September 18, 2012 Nûçe
Geştên asîmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Îmaratê bi awayekî fermî dest pê kirin
Yekemîn geştên asîmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Îmaratê, duhî, bi awayekî fermî dest pê kirin û yekrmîn firokeya Îmaratê li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî dada.

Di merasimekê de ku, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û sefîrê Îmarat yê Îraqê amade bûn, Şêx Macid Meala cîgirê yekem yê serokê şirketa firokeyên Îmaratê di axavtinekê de got:

- Hewlêr, weke Dubayê, ji bo Bazirganiya Azad cîyekî mezin e. Hewlêr bala berhemhênerêm biynaî dikşîne ku di ware bînasazî, neft û gaze de investkariyê bikin.

- Nuha ji bo me minasib e ku, em daxilî bazarê herêma Kurdistanê bibin û em bibine wesîleya gehiştina tûrîstan bo bajarê Hewlêrê.

Her di vê merasimê de sefîrê Îmaratê yê Îraqê peyvek pêşkeş kir û got ku, destpêkirina geştên asîmanî di navbera Kurdistan û Îmaratê de, ji bo pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Îmaratê derfeteke baş e. Sefîrê Îmaratê got jî ku, hatina kompaniyeke mezin a weke Emirrates bo herêma Kurdistanê dê bibe sedemê wê yekê ku Hewlêr bi 26 delwtan ve bê girêdan
Top