Serokatiya Kurdistanê: Biryara bidarvekirina Haşimî me nîgeran dike
Berdevkê fermî yê serokatiya Herêma Kurdistanê, Duh di daxuyaniyekê nivîskî de, ku di malpera fermî ya saziyê de hat weşandin, li dijî biryara dadgeha Iraqê bo bidarvekirina Tariq Haşimî nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de, hat gotin, erka herkesî ye ku serxwebûna darazê qebûl bike û hurmetê bigire û divê daraz jî bêalî be wiha hat ziman:
“Biryara bidarvekirinê li dijî cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, cihê nîgeraniyê ye û dibe sedema aloztirbûna arîşeyan, ji ber ku Iraqê di mersên hestiyar de ye.”
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin, reng e biryara han bibe sedema çêbûna zemîneya derketina nakokiyên etnîkî û tayifî li Iraqê lewre divê herkes û aliyek xwe ji hesabên teng biparêzin û hewla çareseriyê bidin.
sm AKnews