• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî serexweşiyê li kesûkar û heval û hevkarên Kameran Xefaf dike

Serok Barzanî serexweşiyê li kesûkar û heval û hevkarên Kameran Xefaf dike

erok Barzanî di behînameyekê de radigehîne, “Bi mixabiniyeka zêde ve min wexerkirina Pêşmerge û medyakar Kameran Xefaf bihîst”. Amajeyê jî dide, “Xudêjêrazî medyakarekî jêhatî û nimûneya dilsozî û welatperweriyê bû”.

Serok Barzanî îro (În, 03.05.2024) behînameyek ji bo wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf belav kir ku tê de nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û heval û hevkarên wî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim”.

 

Behînameya Serok Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeka zêde ve min wexerkirina nûçeya Pêşmerge û medyakar Kameran Xefaf bihîst.

Xudêjêrazî medyakarekî jêhatî û nimûneya dilsozî û welatperweriyê bû.

Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û heval û hevkarên wî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Xudayê mezin canê wî şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

03ê Gulana 2024ê

 

K24

Top