• Friday, 17 May 2024
logo

Çekdarên PYD li Sûriyê bi sîlehan êrîşî xelkê dikin

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
Çekdarên PYD li Sûriyê bi sîlehan êrîşî xelkê dikin
Duh li Efrînê, çekdarên Partiya PYD bi çekan, bi dar, kevir û darên ji hesin êrîş birin ser xwepêşandandêran

Li gora nûçeyan li Dêrîka Hemko jî, grûpên çekdar yên PYD, xelkê digirin, riyan kontrol dikin û kesên ku bi ya wan nekin dibin bin lêdamê, hinek ji wan bi kuştinê hatine tehdîdkirin.

Duh, weke li gelek bajarên Sûriyê, li rojavayê Kurdistanê jî, li bajarên weke Qamişlo, Kobanî, Amûde, Dêrîka Hemko û Efrînê meş hebûn.

Di wan meşan de, 30 saliyan komkujiya bajarê Hama hate bi bîranîn.

Çekdarên PYD li dijî wan meşan derketin.

Li gora nûçeyeke ku gihişte servîsa nûçeyan ya malpera AvestaKurd, li Efrînê, alîgirên PYD ketine nava meşê û xerab kirine.

Bi sîleh, hesin û daran êrîşê xelkê kirine û sloganên weke Bijî Serok Apo, bimire Erdogan avêtine.

Li gora şahidan, kesên ku êrîşê meşê kirine PYD ew ji bajarên weke Dêrîk, Kobanî û Helebê birine ji bo ku meşê xerab bikin.

Heman şahidan ji Avetsa re diyar kirin ku hêzên ewlekariya Sûriyê di dema meşê de tune bûn, lê belê çekdarên PYD bi wezîfeya hêzên ewlekariyê radibûn.

Weke tê zanîn, PYD ji aliyê Kurdên Sûriyê ve tê tewanbarkirin ku ew piştgiriya rêjîmê dike û bi wezîfeya hêzên ewlekariya Sûriyê radibe.

Avestakurd
Top