• Friday, 17 May 2024
logo

Kerkûkî pêşwaziya şanda BDPê kir

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
Kerkûkî pêşwaziya şanda BDPê kir
Şanda BDPê ku ji Mulkiye Birtane, Murat Bozlak û Ozdal Uçer pêkdihat, îro li Hewlêrê çûn serdana Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî.

Derbarî hevdîtinê de Bîreveberiya Ragihandina Parlamentoyê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê şand ji hêla Kerkûkî ve bi awayekê germ hatiye pêşwazîkirin û di hevdîtinê de Berpirsê Pêwendiyên Netewewî û Kurdistanî yê PDKê Ehmed Kanî û Serokê Lijneya Pêwendiyên Parlamentoyê Aso Kerîm jî amade bûn.

Hate ragihandin ku, endamên şandê silavên hevserokên Partiya Aştî û Demokrasî (BDP), parlamenter û endamên partiyê pêşkêş kirine û derbarî pêşketinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hin agahî dane. Şandê her wiha spasiya xwe bo serdana şanda Parlamentoya Kurdistanê ji ber bûyera Roboskî li cihê bûyerê hin lêkolîn kiribûn anîn zimên û destnîşan kirin ku ev helwesta hevxemiya parlamentoyê pêwendiyên navbera kurdan xurt kirine.

Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî di hevdîtinê de got, hêvîdar in ku li Tirkiyeyê kêşeya kurdî bi rêya aştî, diyalogê û demokrasî çareser bibe. Kerkûkî her wiha got, çek û bikaranîna tundutûjiyê di vê demê de pirsan çareser nake û ji parlamenterên kurd ên di Parlamentoya Tirkiyeyê de ne xwest ku helwestên xwe yên bo çareseriyeke aştiyane bidomînin û rêbazên xwînî dernekevin pêş.

Di hevdîtinê de endamên şandê kêfxweşiya derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ên di Kongreya kurdên Sûriyeyê yên derveyî welat de anîne ziman ku di wê derê de Barzanî gotibû, îsal bi beşdarbûna kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dê Kongreya Neteweyiya Kurdistanê bicive.

Şanda BDPê destnîşankir ku, bi armanca tesbîtkirina rê û rêbazên amadekirina kongreyê hatine û hevdîtinên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin û hêviyên xwe bo serkeftina vê anîn zimên.
Top