Tûnisê balyozê Sûriyeyê qewitand
Şeva borî, hêzên artêş û ewlekariya Sûriyê bi tank û topan êriş birine ser taxê Xalidiye li nav Himsê û komkujiyekê derheqê xelkê wê encamdan û di encama komkujiyê de, 337 kes hatine kuştin û 1300 kes jî birîndar bûn.
Serokdewletê Tûnisê Munesêf el-Merzûqî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, “Tûnis karûbar û amadekariyên xwe dike bo balyozê Sûriyê biqewtîne û çi danpêdanê bi desthilata li Şamê neke.”
Herwiha Serokdewletê Tûnisê xemxwariya xwe ligel gelê Sûriyê derbirî û got, “Ev kêşe çareser nabe, tenê bi rêya laçûna Beşar el-Esed.”
Li gorî Yekîtiya Hemahengiyên Şoreşê li Sûriyê, di xwepêşandanên duhî yên di bin navê “Hema li me bibore” de, 42 kes hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Dîmeşq û Helebê bûn.
AKnews