Li Himsê komkujî: 337 kes hatine kuştin
Li gorî malpera al-Arabiya, şeva borî, hêzên artêş û ewlekariya Sûriyê bi tank û topan êriş birine ser taxê Xalidiye li nav Himsê û komkujiyekê derheqê xelkê wê encamdan.
Çavkaniyê aşkere kir ku di encama komkujiyê de, 337 kes hatine kuştin û 1300 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyê bal kişand ku rejîma Sûriyê leşker û tankên xwe li derdora bajar kom dike, ji ber ku ji karvedana xelkê bajêr ditirse.
Di komkujî de ku li taxê Xalidiye pêk hat, nexweşxaneyeke gerok ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate xirakirin.
Vîdyoyên ku li ser rûpelên enternetê belav bûne dîmenên topbarankirina taxê û termê gelek kuştiyan di nav malan de pêşan didin.
Li gorî Yekîtiya Hevahengiyên Şoreşê li Sûriyê, di xwepêşandanên duhî yên di bin navê “Hema li me bibûre” de, 42 kes hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Dîmeşq û Helebê bûn.
AKnews