Dr. Berhem jidayîkbûna hezretî Mihemed silavên Xwedê li ser bin li muslimanan pîroz dike
Bi navê Xwedayê mezin û mihreban
Roja jidayîkbûna pêxemberê me yê mezin hezretî Mihemed (silavên Xwedê li ser bê), ez pîrozbahiyeke germ li hemû muslimanên Kurdistanê û muslimanên cîhanê dikim, hêvîdarim ev yada pîroz bibe xêr û xweşî û xortkirina canê birayetî û pêkvajiyanê û keltura lêborînê li ser me da vegerê, wekî beşik ji peyama pêxemberê mezin yê muslimanan ku jiyana mirovatiyê ji nezanînê rizgar kir û qunaxekî nû li ser bîngeha heqê (mafê) û dadperweriyê afirand.
Hêviya min ewe ev roja pîroz ji bo Kurdewariyê, wek destpêkek be ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê û çareserkirina kêşeyên me û berve arasteya geşepêdana ezmûnên me û hevûdu qebûlkirinê be.
Carekî din vê yadê li hemûyan pîroz dikim
Dr. Berhem Salih
4/2/2012