• Friday, 17 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

(Leqed kan lekum fî resul alla ûswet hesnen lî min kan yurcu allahe û aleyyum al axere
Sedeq alleh al azîm)

Ji bo bîranîna pîroza ji dayikbûna fexrê kaînat Pêxemberê me yê mezin Hezretî Mihemed El Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) ku bi peyama pîroz karî evînî û wekheviya di navbera gelan li ser prensîpên dadperwerî û lêborîniyê bipejirîne, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî sercem misilmanên cîhanê bi giştî û Iraq û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji xwedayê dilovan hêvîdarim ku vê helkefta pîroz bike wêstgeha vegerana hemû aliyek li ser rêya rasta peyama wî Pêxemberê serdar ku jêderê rehmet û xêr û bereketêye sercem mirovayetî û binyatnana civakek li ser bingeha wekhevî û birayetî û dadweriya civakî û pêkve jiyanê, hêvîdarim ev roja pîroz ji bo xelkê Kurdistanê bi xweşî û xêrê zêdetir vegerê û aramî û avadanî jî seranserê Iraqa Federal bigrê.

Carekî din pîroz bê roja ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin û daxwaz li hemû dam û dezgehên Herêm û sercem misilmanên Kurdistanê dikim ku vê roja prîoz bi bilind ragirin û ahengên hêjayî vê helkefta bikin ji aliyek ve jî kar ji parastina destkeftan û pejirandina ezmûna demokrasî û aramî û xweşguzeraniyê zêdetir bikin.

Wesselamun aleykum werehmet alla û berekatuhu


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11 Rebîulewel 1433 Koçî

4 Şubat 2012 Zayînî
Top