• Friday, 17 May 2024
logo

Lijneya bilind ya hêzên hevbeş li herêma kurdistanê civiya

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
Lijneya bilind ya hêzên hevbeş li herêma kurdistanê civiya
Wezîrê navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî û bi amadebûna wezîrê Pêşmerge Cefer Mistefa, pêşwaziya berpirsê nûsîngeha ewlehiya Emrîka ya hevbeş li Êraqê General Kaslen û şanda li gel de kir.

Di hevdîtina ku endamê fermandeya giştî yê hêza parstina Herêmê, Ferîq Şîrwan Ebdilrehman û berdevkê fermendeyê, Lîwa Cebar Yawer jî amedebûn, li ser rewşa ewlehiyê li Êraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistan bi taybetî her weha pêşketinên siyasî hatê gotûbêjkiri.

Her weha her du aliyan li ser peywendiyên navbera nûsîngeha ewlehiya Emrîka ya hevbeş li Êraqê û wezareta navxwe û ya pêşmerge li Hikûmeta Herêma Kurdistan û bi hêzkirina van peywendiyan hatê behskirin.
Top