Demîrtaş li dijî fermandeyê artêşa Tiriyê şikayet kir
Serokê giştî yê BDPê, Selahedîn Demîrtaş, îro bi rêya parêzerê xwe, Faruk Duran, dadxwaza li dijî fermandeyê giştî yê artêşa Tirkiyê, pêşkêşî dozgeriya komarê ya Enqereyê kir.
Di şikayetnama Demîrtaş de, ku nisxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, hat diyarkirin, Necdet Ozel, di hevpeyvîna xwe ya 5ê Rêbendanê ya digel rojnameya Milliyetê de, gotibû “KCK, pêkhateyek berdêl e” û bi vî awayî xwestibû, di doza KCKê de, darazê ji rê derxe.
Her wiha di şikayetnameyê de hat gotin, Ozel bi gotina “ez perwerdeya bi kurdî baş nabînim” siyasî axifiye û xwestiye siyasetê ji rê derxe û wiha hat ziman, “Di demeke wiha de, dayîna daxuyaniyên siyasî ji aliyê serokê saziya eskerî ya welêt ve, binpêkirina hiqûqê ye, ev yek li gorî qanûna cezayê eskerî jî sûc tê hesibandin.”
AKnews