YNKê Îmad Ehmed wek cîgirê serokwezîrê nû yê Kurdistanê destnîşan kir
Piştî civîna polîtburoya YNKê ya îro li paytexta Iraqê Bexdayê, bi serokatiya sekreterê YNKê Celal Talebanî hat sazkirin, hat ragihandin, endamê polîtburoyê Îmad Ehmed, wek cîgirê serokwezîrê nû yê Kurdistanê hatiye destnîşankirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî îro dest jikarêkşana serokwezîrê herêmê Berhem Salih û kabîneya 6em a hikûmetê qebûl kir.
Tê payîn, cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, kabîneya nû ya hikûmeta herêmê pêk bîne.
AKnews