Li Misirê di leyîstikek ya futbolê de 74 kes mirin!
Piştî yana El Ehlî ya navdar di encama leyîstikê de 3 - 0 yana El Misirî têk dibe, alîgirên yana El Misirî dadikevin meydana leyîstikê û alozî derdikeve.
Her ku diçe alozî mezin dibe û dibe pevçûn. Pevçûn bi li kolana jî belav dibe.
Di encama pevçûna alîgirên her du yana de 74 kes jiyana xwe ji dest didin û 284 kes jî birîndar dibin. Hêjayî gotinê ye, ji ber vê bûyerê Meclîsa Leşkerî ya Misirê 3'ê roj şînî ragihand.
Avestakurd