• Friday, 17 May 2024
logo

Bîrtane: Bakurê Kurdistanê ji bo Kongreya Neteweyî amadeye

Gulan Media February 2, 2012 Nûçe
Bîrtane: Bakurê Kurdistanê ji bo Kongreya Neteweyî amadeye
Şanda BDP’ê ku ji parlamenterên BDP'ê Mulkiye Bîrtane, Ozdal Uçer û Murat Bozlak pêk tê li Hewlerê hevditin pêk anîn. Bîrtane ji Rûdawê re diyar kir ku ew wekî partiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ji bo kongreya neteweyî amadene û ji bo vê yekê jî serdana Başûrê Kurdistanê kirine.

Şanda BDP'ê ku ji parlamenterên BDP'ê Mulkiye Bîrtane, Ozdal Uçer û Murat Bozlak pêk tê, li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kirin. Şand ji aliye Nûnerê BDP yê Hewlêrê Mehmed Alî Aydin û hilbijartiyên kurd ên Tirkîyeyê ku ji bo kar û barên xwe li Hewlêrê bûn ve hatin pêşwazîkirin. Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane ji ajansa DÎHA’yê re got: “Em li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê hatine Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku em di serîde hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (YPK), Serokê Parlamentoya Kurdistan Kemal Kerkûkî, rêxistin û dezgahên sivîl ên Başûrê Kurdistan bibînin û li ser rewşa kurdan danûstandinan bikin em hatin vir. Mijara me ya sereke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Kongre di rojeva kurdan de bû. Em ji dixwazin demek zûtir ev kongre bê lidarxistin. Em dixwazin di demsala biharê de ev kongre pêk bê. Ji bo wê jî em dixwazin ku partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û rayadarê herêmê ji bo kongreyê bikevin nava liv û tevgerê.”

Mulkiye Bîrtane di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got: “Em weke partiyên Kurd ên li Tirkiyê (BDP, HAK-PAR û KADEP) û rêxistinên sivîl ên Kurdan ji bo kongreyê amadene. Yek ji armanca me ya serekî ya hatina Hewlêrê, ew e ku em ligel rayedarên Herêma Kurdistanê dema konferansê diyar bikin.”

Bîrtane diyar kir ku hê dema hevdîtina wan a ligel Serokê Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin.

Rudaw
Top