• Friday, 17 May 2024
logo

Es`ed: Nîvê Sûriyê ji kontrola Esed derketiye

Gulan Media February 2, 2012 Nûçe
Es`ed: Nîvê Sûriyê ji kontrola Esed derketiye
Serokê Artêşa Sûriyê ya Azad serheng Riyad Es`ed ragihand: “Nêzîka ji sedî 50 ji xaka Sûriyê ji bin kontrola rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed derketiye.”

Es`ed tekez kir ku Artêşa Azad nikare bi awayekî tevahî tu deverê bixe bin kontrola xwe de, ji ber tirsa derketina wêrankariyeke mezin di egera êrişa rejîmê de bi çekên xwe yên giran û gihandina zerereke mezin bi sivîlan heye.

Es`ed daxuyand ku artêşa azad “êrişên rojane yên taybet pêk tîne li dijî xalên kontrolê yên hêzên rêjîma Esed, tank û zirîpoşan dişewitîne û paşde vedigere.”

Di rojên borî de, li derdora Şamê ya paytexta Sûriyê, şer û pevçûnên mezin derketin gava ku hêzên girêdayî artêşa azad ev navçe xistine jêr kontrola xwe, berî ku hêzên hikûmetê wan vegerînin û kontrol bikin.

Ev pêşveçûn wek pêşveçûnên herî balkêş tên hejmartin ji dema destpêkirina kiryarên cudabûna leşkeran ji artêşa hikûmetê ji berî çend mehan ve, ji ber ku hêzên cudabûyî nêzîkî paytexta Sûriyê bûn û gefan dikin derbasî hundirê wê bibin.

Li gor agahiyan, hêzên girêdayî serokê Sûriyê Beşar Esed bajarok û gundên derdora Şamê xistine bin kontrola xwe de û dijber ji wan dûr kirine.

Dezgeha sûriyê ya mafên mirovan ragihand, 28 kes roja sêşemê hatine kuştin bi destê artêşa Sûriyê û hêzên ewlehiyê di nav wan de 18 li wîlayeta Humisê, herwiha 5 leşkerên artêşa Esed hatin kuştin, di nav wan de efserek heye di pevçûnên ku li Îdlib û Humisê derketin.

Desteya giştî ya şoreşa Sûriyê jî daxuyand ku 38 kesên sivîl bi destê hêzên hikûmetê hatin kuştin û bi dehan leşker ji artêşa Esed cuda bûne.

Roja duşemê jî nêzîka 100 kesan li seranserê Sûriyê hatin kuştin, bi taybetî li bajarê Humisê ku hejmara leşkerên cudabûyî her diçe zêdetir dibe û şer û pevçûnên mezin di navbera wan û artêşa Esed der derdikevin.

Rudaw
Top