Daxûyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê beyannameya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)
PYD ji bilî wê beyanê jî, li vê qonaxa hestiyara ku Kurdistana Sûriye têda derbas dibê, dixwaze wê axaftina nerast û bê bingeh bêxe nav civaka Kurdistanî ku qaşo kongreya Hewlêr belavbûn û dûberekî dixe nav rêzên Kurd ve, ev lêborîn ji qebaheta berê mezintire, ji ber ku raya giştiya Kurdistanê agahdare ku kongreya Hewlêr ji bo pêşxistina nav mal û yekrêzî û yek helwestiya Kurd bûye û ji bilî wê revenda Kurd û nivîskar û rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe û nuxbeya Kurdên Sûriye bi giştî li bîst û pênc welatên cîhanê, hejmara herî zêdeyê wan hizb û aliyên siyasiyan jî têda amadebûn ku rola wan li meydana siyasî da heye, bila gelê Kurdistanê jî wê hukmê bide, tefreqe û du berekî li ku û li çiyê kongreya Hewlêrê de hatiye kirin, ew hemû welatparêzê birêzên beşdar bûn, çawa li kongreyek da amade dibin mebest jê anîna tefreqe bê!, kijan mentiq wê yekê qebûl dike ew hemû xelk û ew hemû hêzên siyasî çavên xwe li hengavek bigrin ku du berekî jê derkevê, yan take aliyek ku ew bi xwe nexwest amade bibê, bi kijan mentiq tenê xwe pê pejirandiye û zêdetirê wê jî belave tefreqeçiye!.
Li dawiyê de yek tişt dibêjîn, ew jî eweye ku axaftin û beyannameya (PYD) rêk li axaftin û daxûyaniyên Devlet Bahçeli diçin û du şêwazên hevşêwe û hevmebestin û li yek nêrîn û eqliyetê jêdera xwe girtiye ji bo dijayetîkirina Kurd, ew axaftin ewqas eşkere û bê pêçahî û pena peyama dijî bi Kurdin, her şîrovekirineke wan jî pêwîst nake.
Peyvdarek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01/02/2012