Di rêûresmeke hejî de li Hewlêr bîranîna Şehîdên 1 Şûbatê Hat zindî kirin
Di evê rêûresmê de, wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkirîyan ê hukûmeta herêma Kurdistanê Aram Ehmed ragihand: yekê şûbatê zengeka hûşyarkirinê bû û peyameka girîng jî bû bo me hemû alîyan, ku dijmin bi yek çav, bi yek dilê tarî, bi yek riq û kîn, temaşayî gelê me dikin. Dijimian bi ewan tawan ji me re got, ku rengên me li nik wan ti cîyawazî nînin, cejnên me li nik wan pîrzo nînin, alayên me li nik wan, me cuda nakin. Ey başe heger wisa ye, ji ber çi me li nik xwe û di nav xwe de cîyawazî hebin.
Herwiha bi evê Helketinê liqa 2 a Partîya Demokrata Kurdistanê PDK û melbenda 3 a Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê YNK beyannameyek hevbeş derkirin ku di rêûresmê de hat vexwandin. Di beyannmaeya hevbeş a liqa 2 PDK û melbenda 3 a YNK de, tekezî li ser yekrêzîyê hatiye kirin.
Di evê beyannameyê de, herwiha hatiye ragihandin: em tekezî dikin, ku bo parastin û berevanîkirin li ewan destkevtên ku bi xwîna şehîdan hatine ecam, di evê qonaxê de, me zêdetir pêywsîtî bi nêzîkbûnê û ji hev têgihîjtinê di navbera hêz û partîyên siyasîyên Kurdistanê û hemû tîre û tuwêjên civaka Kurdewarî de û geşkirina demokrasîyê û azadîyê heye.
Piştîxwandina peyam û beyannameyan, qeft û tancên gula ji alîyê amadebûyîyan ve li ser monomênta şehîdên 1 Şûbatê hat danîn.
Hêjayî gotinê ye, ku di roja 1 Şûbatê ya sala 2004 de ku yekem roja cejna qurbanê bû, li herdu baregehên liqa 2 a PDK û melbenda 3 a YNK ên li Hewlêrê, du teqînên xwekujî çê bûn, ku di encam de 101 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.