Şanda BDP'ê gihîşt Hewlêrê
Şanda BDP'ê ku ji parlamenterên BDP'ê Mulkiye Bîrtane, Ozdal Uçer û Murat Bozlak pêk tê gihişt Hewlêrê.
Li ser navê şandê Parlementera BDP'ê Bîrtane diyar kir ku ev despêkê bi PDK, YNK, GORAN û bi hemû partîyên heremê re hevdîtinê bikin û li ser rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û rewşa kurdan danûstandine bikin. Bîrtane anî ziman ku eger derfet hebe dê bi Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî û rayadarên herême re jî hevdîtinan pek bînin.
Rudaw