Leyla Zana bi dozger re hevdîtin pêk anî
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di bin navê "Operasyona KCKê" de 13’ê çileyê ser bi 123 navnîşanan de girtibûn. Li Enqerê mala ku Parlementer Leyla Zana lê dima ji hêla polîsan ve hatibû kontrolkirin û polîsan di serî de komputer û hin eşyayên din bi xwe re biribûn.
Zana duh çû Darazxaneya Beşîktaşê ya Stenbolê û bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtin pêk anî û destnîşan kir ku mala lê gerîne ew bi kar tîne û derbarê lêgerînê de ji dozger agahî girt.
Parlamentera Amedê Leyla Zana, da zanîn ku tiştên di serdagirtinê de hatine komkirin yên wê ne û ji dozger xwest ku radestî wê bikin.
Rudaw