• Friday, 17 May 2024
logo

Par nêzîkî 2 milyon geştyar hatine herêmê

Gulan Media February 1, 2012 Nûçe
Par nêzîkî 2 milyon geştyar hatine herêmê
Di sala 2011an de, nêzîkî 2 milyon geştyar hatine Herêma Kurdistanê û li gorî pilana hatiye danîn, heta sala 2015an ew rêje dê bigihe 5 milyon geştyar.

Birêveberê Giştî yê Geştûguzarê li Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar, duhî, di kongireke rojnamegeriyê de ragihand ku di sala borî de, milyonek û 702 hezar û 390 geştyar hatine herêmê.

Cebar amaje kir ku ji wê hejmarê, milyonek û 168 hezar û 174 geştyar hatine Hewlêrê, 314 hezar û 974 hatine Silêmaniyê û 219 hezar û 242 geştyar hatine Duhokê.

Cebar ronî kir ku di sala 2010an de, milyonek û 313 hezar û 841 geştyar serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Cebar bal kişand ku li gorî pilana wan, heta sala 2015an dê hejmara geştyaran li Herêma Kurdistanê bigihe 5 milyon geştyar.

AKnews
Top