Serokkomarê Îraqê Spasnameyek Pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Kir
Biyarê min yê birêz Kak Nêçîrvan Barzanî, silavek gerim,
Peyvendiya telefûna ya birayane a we li Almaniyayê ya ku, bi mebesta agehdar bûn ji rewşa tendirustiya min û çawetiya pêvajoya derman kirinê kiribû bû sedema kêfxweşiya min û lewre ez jî gelek spasiya we dikim.
Ev yek dibe sedema vê yekê ku, em hîn zêdetir bi gor û tînek baştir hewl bo kar kirina hevbeş bidin û bi mebesta xizmet kirina Gelê xwe hertim bihevre bin.
Serkeftin û tendirustiya hertimî ji we re dixwazim
Birayê we Serokkomarê Îraqê
Celal Talebanî