• Friday, 17 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî Serdana Sekreterê Partiya Sosiyal Demokrat Ya Kurdistanê Kir

Gulan Media February 1, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Serdana Sekreterê Partiya Sosiyal Demokrat Ya Kurdistanê Kir
Cîgirê serokê PDKê û namzedê wê partiyê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê, Nêçîrvan Barzanî, diyar kir, heta niha li ser pêkhateya kabîneya nû û hejmara wezîran nehatiye axaftin û wiha got, “Heke hikûmeta nû, hikûmeteke berfireh be emê kêfxweş bibin.”

Di çarçoveya hevdîtinên digel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî duh jî digel sekreterê partiya sosyalîst a demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd civiya.

Hacî Mehmûd, got, emê piştevaniya kabîneya nû ya hikûmeta herêmê bikin. Helbet pêwîstî bi reform û bihêzkirina yekbûna kurdan jî heye.

Piştre di civîneke çapemeniyê de, encamên civînê hatin aşkerekirin. Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd, diyar kir, di civînê de li ser rewşa Kurdistan, Iraq û pêşhatin deverê hat axaftin, her wiha li ser çawaniya rêxistina hêzên kurdî û reform li Kurdistanê jî danûstandin pêk hat.

Namzedê PDKê bo hikûmeta nû ya herêmê, Nêçîrvan Barzanî jî, diyar kir, li ser rewşa Kurdistan, Iraq û deverê û çawaniya bihêzkirina yekbûna hêzên kurdî hat axaftin.

Barzanî, got, bo beşdarîkirina aliyên siyasî di kabîneya nû ya hikûmetê de, emê carek din serdana wan bikin û dema ez ji aliyê serokê herêmê ve bo pêkanîna kabîneyê hatim erkdarkirin, wê demê dê li ser beşdarîkirina aliyên siyasî jî dê bê axaftin.

Nêçîrvan Barzanî, di bersiva pirsa peyamnêrê AKnewsê ya li bara pêkhateya kabîneya nû ya hikûmetê de jî got, heke kabîneya nû ya hikûmetê, kabîneyek berfireh be emê kêfxweş bibin, ji ber ku arîşe ş reforma li Kurdistanê bi alîkariya hemû aliyên Kurdistanî tê çareserkirin.

Barzanî, li bara vegerandina reşnivîsa destûra herêmê bo parlamentoya Kurdistanê de jî got, min negotiye divê reşnivîs vegere parlamentoyê. Destûr girêdayî hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Dê pir baş be heke destûrek me hebe û hemû gelê Kurdistanê lê razî bin. Helbet tu xeteke me ya sor bo axaftina li ser projeyan tune. vegerandina reşnivîsa destûrê bo parlamentoyê, meseleyek yasayî ye, lê em dikarin li ser baxifin.
Top