39 kes li Sûriyê hatine kuştin
Li gorî nûçeya al-Arabiya, komîteyan aşkere kirin ku taxê Bab Emro yê li bajarê Himsê, duhî, rastî êrişeke leşkerî ya mezin hat.
Çalakvanên Sûriyê bal kişandin ku artêşê ew tax topbaran kir û hêzên ewlekariyê jî teqel li malan dikirin.
Duhî jî, şer û pevçûnên dijwar navbera hêzên “artêşa Sûriyê ya azad” û hêzên artêşa Sûriyê li bajarê Himsê derketin.
Ji aliyekî din ve, Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku hejmara kuştiyên ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed di adara borî de, gihiştiye bêtirî 7050 kesî.
Aknews