• Friday, 17 May 2024
logo

Mîrgehên Erebîyên Yekbuy li demeke nêz de kunsilgerya xwe li Herêmê ve dike

Gulan Media February 1, 2012 Nûçe
Mîrgehên Erebîyên Yekbuy li demeke nêz de kunsilgerya xwe li Herêmê ve dike
Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve yên Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand: Mîrgehên Erebî yên Yekbuy, biryar wergirtî ye li demeke nêz de kunsilgerya xwe li Herêmê ve bike û her jibo vê yekê birayre Ebdulah Ebdulrehman Tenîcî diblomatê Mîrgehên Erebîyên Yekbuy serdana herêmê bike bi merema amadekarya jibo vekirina kunsilgerya welatê xwe li herêma kurdistanê.

berpirsê peywendî yên derve herweha xûyakir ku hatin û destbikarbuna nunerê welatek mîna Mîrgehên Erebî yên Yekbuy giringî ya xwe heye jiber ku ew welatek xwedî aburî û bihêze li deverê û avakirina peywendîya digel herêmê û hikumeta herêma kurdistanê jî amadeye tev alîkar û hevkarya jiboy bike.

Têzanîn ta niha sê welatên Erebî nuner li herêma kurdisstanê hene, ew jî komara Misir û Urdin û desthelata Felestînê ye.
Top