Nûnerê Neteweyên Yekgirtî: Mafê Kurd e Çarenivîsa Xwe Dîyar Bik
Serokê parliyamenta Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî pêşwazî li cihgirê nûnerê taybetîyê Neteweyên yekgirtî yê li Iraqê federal Grêgorî Bojten kir. Di evê dîdarê de Grêgorî Bojten ragihand, ku herêma Kurdistanê çêroka serkevtina prosesa demokrasîyê ya li deverê ye û hemû Iraq û welatên deverê dikarin wek modêleka serkevtî sûdê ji ezmûna wê werbigirin.
Grêgorî Bojten herwiha rolê serkirdatîya siyasîya Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurdistanê bo têkoşîna di ber azadîyê de û hebûna bawerîya wan bi paşerojeka ronak û karkirina berdewam bo bi dest ve anîna armancên xwe bilind nirxand.
Cihgirê nûnerê taybetîyê N.Y yê li Iraqê herwisa di evê dîdarê de ragihand: ji mafê kurd e ku çarenivîsa xwe dîyar bike û kar bo bi dest ve anîna xewnên xwe jî bike.
Di heman dîdarê de, serokê parliyamenta Kurdistanê Kemal Kerkûkî got: me hemêşe kar bo azadî û demokrasîyê kiriye û em li ser evê bawerîyê ne, ku dostê me yê rasteqîne, hemû mirovên demokratxwaz û azadîxwazin heger li her cihekî jî bin.
Kerkûkî herwisa got: kesek heger kar û xebatê neke, rexne lê nahên girtin, her ji ber ewê çendê em bi sîngekî berfireh ve rexneyan qebûl dikin û bi yek çavî jî hemû fraksiyonên nav parliyamentê dibînin.
Di bareya rewşa Iraqê de jî, serokê parliyamenta Kurdistanê weha da xûyakiirn, ku bo cêgîrbûna demokrasîyê û yekgirtûyîya Iraqê pêdivê ye alîyên siyasî yên Iraqê tekezî li ser girêdayîbûna xwe bi rêkevtinnameya Hewlêrê û bi cih anîna birge û bendên wê bikin û herêmên federal ava bibin û arîşeyên hilawîstîyên wek maddeya 140 û pirsa pêşmerge, qanûna petrol û gazê, serhejmarî û encûmena federalî bihên çareserkirin.