• Friday, 17 May 2024
logo

ÎHD: Sala 2011’an 25 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
ÎHD: Sala 2011’an 25 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin
Şaxa ÎHD'ê ya Meletî, diyar kir ku di sala 2011'an de 25 kes ji ber gule û mudaxeleya polîsan jiyana xwe ji dest dan e.

Şaxa ÎHD'ê ya Meletî têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2011'an de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber guleyên polîsan ên rasterast hatin berdan, 19 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 9 kes jî bi aweyekî kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dan e.

Di daxuyaniyê ÎHD’ê de hat gotin ku di sala 2011'an de di binçavan de kesek hate windakirin û binpêkirinên pêkhatin wiha rêz kirin: "Li girtîgehan 35 kes di binçavan dejî 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di mudaxeleya çalakiyan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 271 kes jî birîndar bûne. 2 hezar û 604 kes hatin binçavkirin û 418 kes hatin girtin. Li girtîgehan 263 girtiyên nexweş hene, ji wan 135 kes li ber sînorê mirinê ne. Nêzî 500 xwendekar girtin e. Girtina 8 wekîlan berdewam dike. Di nava 10 mehên sala 2011'an de 649 zarok hatin binçavkirin û jê 187 zarok hatin girtin. Herî kêm 815 zarok ji ber 'îhmalê' jiyana xwe ji dest dane. 15 hezar û 506 malper hatin astengkirin. 7 kovar û rojname hatin girtin. Di nava sala 2011'an de rojê 3 jin hatin qetilkirin. Di nava 11 mehan de 506 kes ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 818 karker jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de li gorî binpêkirina mafên mirovan rewşa welat jî wiha hate vegotin: "Di sala 2011'an de welatê me di nav 167 welatan de di rêza 88'an de cih girt. Di nava 23 welatên ewropa de di rêza 23'an de cih girt. Ji ber terorê di 66 welatan de ji 35,117 girtiyan 12,897 li Tirkiyeyê ne. Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di sala 2011/2012'an de di nava 179 welatan de di rêza 148'an de cih girt. Ji 11'ê çileya 2012'an de li Tirkiyeyê bi giştî 99 rojnameger girtîn e. Li DMME'ê herî zêde Tirkiye binpêkirina mafê mirovan pêktê. Di sala 2011'an de li gorî rabûna mirovan di nav 187 welatan de Tirkiye di rêza 92'an de cih girt. Li gorî wekheviya jin û zilaman di nava 135 welatan de di rêza 122'an de cih girt. Li gorî jin tevlî hêz kar bibin di nav 135 welatan di rêza 126'an de cih girt. Li gorî aramiya civakê jî Tirkiye di nav 110 welatan di rêza 75'an de cih girt."
Top