• Friday, 17 May 2024
logo

Rojnameyekî Turkî: Barzanî dewleta Kurdî radigihîne

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
Rojnameyekî Turkî: Barzanî dewleta Kurdî radigihîne
Rojnameyekî Turkî diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar girtiye ku dewleta Kurdî ragihêne û PKK jî wê piştgiriyê bike.

Rojnameya Aydinlik a Tirkiyê roja 28.01.2012’an di nûçeyeke xwe de diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar girtiye ku dewleta Kurdî ragihêne. Di vê biryarê de PKK jî wê piştgiriyekî tam bide Barzanî. Herwiha PKK ji bo li Tirkiyê pirsa Kurd bixe di bingehekî navneteweyî de, wê serî li Neteweyên Yekbûyî bide.

Rojnameya Aydinlik di berdewama nûçeya xwe de dibêje; li gor agehdariyên ku ji Bakurê İraqê (werger: Başûrê Kurdistanê) wergirtî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar girtiye ku dewleta Kurdî ragihêne. Tê gotin ku Barzanî ji bo îqnakirinê despêkê ligel partiya Celal Talbanî (YNK) û ligel partiyên din jî civînan lidardixe.”

Rojnameya Aydinlik di berdewama nûçeya xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku li gor îdîayên ji çavkaniyên nêzî Barzanî wergirtî, Barzanî ji bo fikra serxwebûnê dest bi îqnakirina derdora xwe kir. Piştre jî ligel Sekreterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talbanî, PKK, partiyên opozisyonê yên Kurdî û ligel derdorên Noşîrvan Mistefa û Tevgera Goran dest bi hevdîtina kiriye.

Li gor îdiayên rojnameyê, di encama hevdîtinan de PKK’ê piştgiriyekî tam daye Barzanî. Di vê pêvajoyê de Talabanî li dijî îlankirina serxwebûnê derketiye. Herwiha Tevgera Goran jî piştgirî nedaye Barzanî, lê red jî nekiriye.

Rojname balê dikişîne ser wê yekê ku hevdîtinên navbera PKK û Barzanî de, bi rêya 3’ê parlamenterên ku bi piştgiriya PKK’ê beşdarî parlamentoya Kurdistanê bûne tê meşandin. Li gor îdiayên Aydinlikê, ev grûba ku nûnerekî PKK’ê jî di nav de cih digre, berdevkiya wê kesê di bingehê xwe de sosyalîst ê bi navê Sadiq Omer dike.

Aydinlik îdîa dike ku teslîmnekiriya Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî ya ji bo Dadgeha Bilind a İraqê, peywendî bi îlankirina serxwebûnê ve heye. Barzanî di rewşa îlankirina serxwebûnê de, dixwaze Erebên Sûnnî li dijî Hikûmeta Navendî ya İraqê wekî tampon bikarbîne. Ji ber vê yekê jî Haşimî di destê xwe de digre.

Rojname balê dikişîne ser wê yekê çavkaniyên ji Bakurê İraqê, balê dikişînin ser amadekariyên hemfikir ên PKK’ê yên ligel Barzanî. Li gor çavkaniyan, PKK wê heta meha gûlanê li benda amadekariyên destûra nû ya AKP’ê raweste. Ger PKK, di destûra nû de daxwazên ku dike, nebîne; wê dest bi serhildanan bike. Meşa PKK’ê ya 31’ê Çile li Cenevre heta Strasborgê dest pê bike, parçeyek ji vê yekê ye. Wê ji meha çile û pê ve, hêdî-hêdî aloziyan zêdetir bike.

Rojnameya Aydinlik di dawiya nûçeya xwe de dibêje: “PKK, wê hewl bide komekî nû di nava AKP’ê de çêke û wê Barzanî jî piştgiriyê bideyê. Li gor îdiayên rojnameyê; PKK wê despêkê Wezîrê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker û Mehmet Galip Ensarioglu, grubeke parlamenteran bixe tevgerê.”

Rudaw
Top