• Friday, 17 May 2024
logo

Li Sûriyê komkujî: 100 kes hate kuştin

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
Li Sûriyê komkujî: 100 kes hate kuştin
Hêzên rejîm Sûriyê duhî, zêdetirî 100 kesî kuştin, piraniya wan li bajarê Himis û taxên rojhilata Şamê bûn û di nav wan de 5 zarok hene.

Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, hêzên rejîma Sûriyê duhî li sertaserî Sûriyeyê, zêdetirî 100 kesî kuştine ji wan 25 li derdora Şamê ne û yên din li bajarê Himisê û Hemayê û Îdlib û Deraa ne.

Li gor nûçeyeke Reutersê, hêzên rejîma Sûriyê di operasyona vegerandina taxên rojhilatê Şamê ji destê artêşa sûrî ya Azad, 25 kes kuştin ji wan 19 kes welatiyên sivîl in.

Li aliyê din ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku 28 leşker û polîs roja şemiyê û 23 roja yekşemê di şerê bi “çeteyên çekdar” re, hatine kuştin.

Tê gotin gelek tax li rojhilatê Şama paytext ketibûn bin destê Artêşa Azad û di encama şer û pêkdadana her du aliyan gelek kes mirine. Lê li gor agahiyên dawî Artêşa Sûriyê ketiye piraniya wan taxan û ew vegerandine bin desthilata xwe.

Hevdem îro, Encûmena Ewlehiya Navdewletî li New Yorkê bi amadebûna sekreterê Komkara Ereb û Serokwezîrê Qeterê aloziya Sûriyê gotûbêjên di derbarê aloziya Sûriyeyê de dike, li hemberê Rûsiya ta niha di helwesta xew de berdewam e û hêlên sor ji bo projeya çareseriyê danîne.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 7 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.

Aknews
Top